Tevî derbasbûna 16 roj bi ser destbiserkirina “Arman Nîkpey” yê xelkê gundê “Nê” yê ser bi Merîwanê, ji çarenivîs û cihê ragirtina navbirî ti zaniyariyek li ber dest nîne.
“Kurdpa”yê li gorî çavkaniyeke xwe belav kiriye, ku roja Pêncşemî 5ê Gelawêjê, “Arman Nîkpey” pêwendiyek kurt a telefonî digel malbata xwe hebûye.
Herwisa heya niha li cihê ragirtina wî welatiyê Kurd ti zaniyariyek li ber dest nîne û navbirî ji destpêregiheştin bi parêzer û çavpêketin digel malbta xwe bêpar bûye.
Şeva Çarşemî 21ê Pûşperê, Arman Nîkpey bi bê hebûna belgeyên yasyî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatibû girtin û ji sedema girtin û tohmetên ku li dijî hatinî sepandin, ti zaniyariyek ber dest nîne.