Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye; Birêveçûna tîrbarana sexte ji aliyê hêzên rejîmê li dijî welatiyekî Kurd

11:26 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2023

“Luqman Qadirî” girtiyê siyasiyê Kurd yê girtî li girtîgeha rejîmê ya li bajarê Nexedê, li heyama rojên derbasbûyî çendîn caran ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata rejîmî ya li Urmiyê gefa kuştin û bêserûşûnkirinê jê hatiye kirin û çendîn caran jî rastî birêvebirina tîrbarana sexte hatiye.

Li gorî nûçeya Ajansa “Kurdpa”yê, “Luqman Qadirî” piştî 8 meh û nîv îşkence û jêpirsîn li girtîgeha îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Urmiyê bo girtîgrha Nexedê hatiye veguhastin û di heyama çend hefteyên borî de bo cihek nexûya hatiye veguhastin û bi dijwarî rastî lêdan û gefa kuştin û bêserûşûnkirinê hatiye, herwisa çendîn caran jî bi awayekî sexte hatiye tîrbarankirin.

Herwisa di çend haletên diyarîkirî de, kesên ser bi Îtilaata rejîmê ev girtiyê siyasî yê Kurd birine nav baxçeyên nediyar û piştî girêdan bi daran ve, bi awayekî sexte tîrbaran kirin ku rastî tirsandinê bê; di haletek dinê de jî, gefa birîna dest û lingên wî xwarine û gotine emê te bikujin û bi awayek veşartî te teslîmê axê bikin û ti kes jî pê nizane.

“Luqman Qadirî” berê ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferiya 2 a rejîmê li Pîranşarê bi tohmeta “endamê yek ji hizbên Kurdî yên opozisyona dijberê rejîmê” bi 2 sal û 7 meh û 16 roj girtîgehê hatibû cezadan.