Nivîskar û Lêkolerê navdar yê Kurd Dr. Sidîq Sefîzade Borekeyî koça dawiyê kir
Dr. Sidîq Sefîzade Borekeyî Nivîskar û Lêkolerê navdar yê Kurd li warê dîrok û wêjeya Kurdî, roja Pêncşemî 5ê Gelawêja 1402an a Rojî li nexweşxaneyekî bajarê Tehranê koça dawiyê kir.
Dr. Sidîq Sefîzade Borekeyî sala 1322an a Rojî, li gundê “Zerîne Wermeziyar” yê girêdayî bajarê “Dîwanderê” ji dayîk bibû; navbirî di heyama jiyana xwe de dehan pirtûk û lêkolîn li derheq dîroka wêjeya Kurdî encam daye.
Herwisa Dr. Sidîq çendîn berhem ji Farsî ve bo ser zimanê Kurdî wergêran kiriye û berhemên wî wiha ne: “ Ferhenga Kurdî- Farsî Mad, Dîroka Wêjeya Kurdî, Dîroka 5 Hezar Saleya Îranê, Ehlê Heq, Rêrewan, Ferhenga Peyvên Erebî bi Kurdî û Ferhenga Kurdî bi Kurdî, Dîroka Feylesofên Îranê, Ferhenga Borkeyî, Wergêrana Qurana Kerîm, Şahname, Dîwana Bêsaranî û çendîn berhemên din.