Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarekî Petrokîmiya Îlamê piştî vê ku li ser kar hate derxistin, dawî bi jiyana xwe anî

12:20 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2023

Yek ji kedkarên Petrokîmiya bajaroka “Çiwar” ya ser bi bajarê Îlamê piştî vê ku li ser kar hat derxistin, dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovê ya “Hengaw”ê, roja Çarşemî 4ê Gelawêjê, kedkarî Petrokîmiya bajaroka “Çiwar” ya girêdayî bajarê Îlamê yê bi navê “Heyder Muhsênî” piştî vê ku ji aliyê “Hiraset”a vê kompaniyayê ve li ser kar hatibû derxistin, dawî bi jiyana xwe anî.

Hatiye ragihandin ku “Heyder Muhsênî” xêzandar û bavê du zarokan bûye û ji rêya xwe darvekirinê ve dawî bi jiyana xwe aniye.

Di heyama salekê de hejmarek zêde ji kedkarên kompaniyên Petrokîmî yên parêzgeha Îlamê li ser kar hatine derxistin yan jî hin ji wan kompaniyan bo yekcarî hatine daxistin û di encamê de hejmarek zêde ji wan kedaran bêkar mane.

Herwisa di heftiyên derbasbûyî de jî, her bi sedema bêkarbûn û derxistina hejmarek zêde ji kedkaran, kombûnê nerizayetî û mangirtinan ji aliyê kedkaran ve li wan kompaniyan hatine lidarxistin.

Her di vê derheqê de “Hengaw”ê belav kiriye, ku li roja 16 û 17ê Gelawêja sala 1401 an a Rojî, du kedkarên din yên bi navên “Elî Mihemed Kerîmî û Mihemed Mensûrî” piştî vê ku li ser kar hatibûne derxistin, dawî bi jiyan xwe anîbûn.