Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li demsala Bihara îsal 35 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

12:17 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2023

Di heyama sê mehên yekem ên îsal de 35 kolber û kasibkarên deverên sînorî yên Kurdistanê bûne qurbaniya siyasetên geşenekirina aborî û reftarên dijiminkarane yên rejîma Îranê li hember gelê Kurd.

Pêka rapora Navenda Mafê Mirovî bo Rojhilatê Kurdistanê “Chaw News” 35 kolber û kasibkarên Kurd li heyama 3ê mehên yekem ên sala 1402an a Rojî, bi teqeya hêzên rejîmê hatine kuştin û birîndarkirin.

Pêka vê amarê ji wan 35 kolberan 7 kesan canê xwe ji dest daye û 28 kolberên din jî birîndar bûne.

Kuştin û birîndarkirina 35 kolberên Kurd di halekê de ye, ku di sala derbasbûyî de jî, 225 kolber û kasibkarên Kurd bi sedema teqeya rasterast ya hêzên rejîmê, teqîna mînê, ketin ji bilindahiyan ve û herwisa sir û seqemê canê xwe ji dest dane, û ji 225 qurbaniyên sala derbasbûyî 29 kes hatine kuştin û 196 kesên din jî birîndar bûne.