Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Selmasê di binkeya Spaha Pasdaran de serbazekî Kurd hate kuştin

16:49 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2023

Serbazekî Kurd yê bi navê “Sîrûs Şukrî Elîyasî” yê xelkê gundê “Delaw” ê ser bi bajarê Selmasê, bi sedema destdirêjiya çek ve li binkeya Spaha Pasdaran a li gundê Dêleziya Selamsê hate kuştin. Tevî vê ku berpirsên Spaha Pasdaran gotine ku wî serbazî bixwe dawî bi jiyana xwe aniye, lê pizîşka dad gotiye ku ew ji dûr ve hatiye gulebarankirin.

Tora Mafê Mirovî ya Kurdistanê ji zarê kesek ji nêzî wî welatiyê Kurd nivîsiye: “Roja Duşemî 2ê Gelawêjê, berpirsên binkeya Spaha Pasdaran li gundê Delezî yê ser bi devera Şipîrana Selmasê, pêwendî bi malbata wî serbazî re kirine û ji wan re gotine ku kurê we dawî bi jiyana xwe aniye.

Li gorî wê çavkaniyê, “piştî ku termê navbirî ji bo pizîşka dad û lêkolînê hatiye veguhastin, ji malbata wî re hatiye gotin ku kurê wan ji mewdayek dûr ve hatiye kuştin û pizîşka dad gumana xwekuştinê red kiriye”.

Tora Mafê Mirovî ya Kurdistanê di berdewamiyê de li gorî çavkaniya xwe daye zanîn, “piştî kuştina Sîrûs Şukrî Eliyasî, di destpêkê de berpirsên binkeya leşkerî ya rejîmê li Dêleziyê dengoyek belav kiriye ku hêzên hizbeke Kurdistanî êrîşî ser vê binkeyê kirine û di encama şer û pevçûnan de Sirûs hatiye kuştin, lê piştî çend demjimêrekê bi belavkirina dengoyek din ragihandine ku ev welatiyê Kurd di nav binkeyê de dest avêtiye bi xwekujiyê.