Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

li Îranê rojane zêdetirî 60 kesî di bûyera hatinûçûnê de canê xwe ji dest dide

10:27 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2023

Polîsê Hatinûçûnê yê rejîma Îranê tevî îtirafkirin bi vê yekê ku ji 2 salan berî niha ve ti hewlek bo baştirkirina ewlehiya maşînan û çêkirina rêyan nehatiye dan, gotiye ku rêjeya rojane ya qurbaniyên bûyerên hatin û çûnê, gihîştiye bi 60 kesî.

Serokê Polîsê Hatinûçûnê yê rejîma Îranê “Kemal Hadiyanfer”, di hevpeyvînekê de digel nûçegihaniya “Îlna” ya ser bi rejîma Îranê ragihandiye, ku her rojê 50 heta 60 kes li Îranê, bi sedema bûyerên hatinûçûnê canê xwe ji dest didin.

Herwisa navbirî daye zanîn, ku li sala 1401 a Rojî jî, zêdetirî 19 hezar û 490 kes bi sedema bûyerên hatinûçûnê canê xwe ji dest dane û zêdetirî 378 hezar kes jî birîndar bûne û bi gelmper di yek salê de zêdetirî 400 hezar kes li Îranê bi vê sedemê canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Herwisa navbirî gotiye ku %49 a kesên ku di bûyerên hatinûçûnê de birîndar dibin, di rêyên veguhastin bo nexweşxaneyan de canê xwe ji dest didin.

Pêka gotina wî polîsê rejîmê, ji 2 salan berî niha ve ti hewlek bo baştirkirina ewlehiya maşînan û çêkirina rêyan û nûjenkirina alavan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve nehatiye dan.