Sê kolberên Kurd yên xelkê bajarên Marîwan, Pawe û Bane ku yek ji wan kêmendam bûye li ser sînorê Hengejale û Newsûdê hatine birîndarkirin.
Pêka Ajansên Mafê Mirovî yên Kurdistanê, kolberekî Kurd yê bi navê “Teyib Xusrewî” yê xelkê gundê “Tîn” yê ser bi bajarê Pawe, bi sedema kevtin ji bilindahiyên sînorê Newsûdê ve birîndar bûye.
Ev kolberê Kurd di vê bûyerê de ser û destûçavên wî birîndar bûye û bo tedawiya pizîşkî bo yek ji navendên pizîşkî hatiye veguhastin.
Her pêka Ajansên Mafê Mirovî yên Kurdistanê, roja Pêncşemî 5ê Gelawêjê, kolberekî ciwan û kêmendam yê bi navê “Hêmin Xusrewî” xelkê bajarê Merîwanê bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê li bilindahiyên sînorê Banê bi dijwarî birîndar bûye.
Hêmin Xusrewî ku berî jî di bûyerekî de desteke xwe ji dest dabû, vê carê jî bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê bi dijwarî birîndar bûye û di niha de rewşa tendirustiya wî nebaş e.
Ji aliyekê din ve jî, demjimêr 4ê piştînîvroya roja Duşemî 2ê Gelawêjê, kolberekî din yê bi navê “Rizgar Mewlûdzade” yê xelkê bajarê Bane bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê her du lingê wî bi dijwarî birîndar bûye.
Li gorî amara Hengawê, di heyama sê mehên despêka sala 1402an de 44 kolber û kasibkar hatin kuştin û birîndarkirin.