Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwandekar û çalakvaneka Kurd cezayê girtîgehê bi ser de hate sepandin

10:38 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2023

Waran Mihemednijad, xwandekar û çalakvana Kurd a xelkê bajarê “Sinê” salek girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, “Waran Mihemednijad”, xwandekar û çalakvana Kurd û xelka bajarê Sinê ku di meşa şoreşa “jin, Jiyan, Azadî” de hatibû binçavkirin, ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a rejîmê li vî bajarî bi serokatiya bi nav dadwer “Seîdî”, salek girtîgeha ragirtî bi ser de hatiye sepandin.

“Waran Mihemednijad” Endama Encumena Çandî-Civakî ya “Nojîn”a bajarê Sinê ye.

Navbirî xwandekara beşa “Huner”ê li zanîngeha bajarê “Yezd”ê ye û roja Pêncşemî 21ê Rezbera 1401 a Rojî, di dema çûn bo bajarê “Yezd”ê li qaraca bajarê Sinê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin û piştî derbasbûna nêzî 5 mehan bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

Hatiye belavkirin, ku “Waran Mihemednijad” li destpêka binçavkirinê bi sedema vê ku bi şêwazekî tundûtîjane hatibû binçavkirin, di girtîgehê de nerizayetiya xwe nîşan dabû û dest avêtibû gireva birçîbûnê.

Heta vê gavê, ji tohmetên ku ji aliyê dadgehê ve bi ser navbirî de hatiye sepandin ti zaniyariyek nehatiye belavkirin.