Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bûdceyeke zêde bo girûpên terorîstî li Sûriyê dabîn dike

11:24 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2023

Rejîma Îranê li Sûriyê leşkerek girêdayî xwe li jêr navê “Leşkerê Îmam Husên” hevşêweyê Hizbullaha Lubnanê li Sûriyê ava kiriye û bo piştevanîkirin ji vê hêzê, bûdceyeke gelek zêde terxan dike.

Li gorî zaniyariyên “Iran International”ê, ev girûpe yek ji mezintirîn girûpa ser bi Spaha Pasdaran li Sûriyê ye ku ji aliyê terorîst “Qasim Silêmanî” ve di sala 2015an de li jêr navê şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê hatibû avakirin û di heft salên borî de li jêr çetra rejîma Îranê li Sûriyê kiryarên terorsîtî encam daye.

Leşkera Îmam Husên mezintirîn hêza rejîma Îranê li Sûriyê tê hesibandin û rejîma Îranê bûdceya 30 milyard Dolarî li Sûriyê bo vê hêzê terxan dike.

Ew giûpa terorîstî ji hêzên Şîeyên Sûriye, Sûdan, Fatimiyûna Efxanistanê, Zêynebiyûna Pakistanê, Heşda Şeibî ya Îraqê û Ensarûllaha Yemenê pêk hatiye.

Ev grûpa terorîstî ku di bin navê şerê li dijî DAIŞê de hatibû avakirin, di rastî de ji bo piştevanîkirin ji rejîma Beşar Esed hatibû avakirin û di niha de jî li bin fermana Spaha Quds a ser bi Spaha Pasdaran a terorîst li Sûriyê dimîne.

Welatê Îsraîlê wan girûpên ser bi rejîma Îranê li Sûriyê, bi metirsiyek mezin li ser ewlehiya welatê xwe dizane û bi berdewamî bi rêya esmanî ve wan dike armanc.