Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirin û îşkencekirina nûçegihanekî Kurd di meşa şoreşa “jîna”yê de

11:33 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2023

Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê perde li ser îşkencekirina nûçegihanekî Kurd hilgirt; “Wehîd Şadiman” Wênegir-Nûçegihan û berpirsê Encumena Wênegirên bajarê “Qesira Şîrîn”, roja 5ê Xezelwera sala 1401an ku dike şava piştî çileya “Jîna Emînî”, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin û bi awayekî hovane hatibû îşkencekirin.

“Wehîd Şadiman” berê neştergeriya dil encam dabû û hêzên rejîmê di dema girtinê de bi awayê bi zanebûn bi rêzeyeke gelek zêde li ser dilê vî xistibûn.

“Kurdpa”yê belav kiriye, şava piştî çileya “Jîna Emînî” 5ê Xezelwera sala 1401 a Rojî, demjimêr 5ê sibêdehê, hêzên Îtilaata Spahê êrîşî ser mala “Wehîd Şadiman” dikin û bi bê hebûna belgeyên yasayî wî binçav dikin û di dema êrîşkirina ser mala navbirî de, ew digel hêzên rejîmê bi şer tê.

Hêzên rejîmê bi tundûtîjî navbirî binçav dikin û bi çav û destê girêdayî bo Îtilaata Spahê ya rejîmê li bajarê “Qesira Şîrîn” veguhastibûn û bi qundaxa çekê li ser dilê wî xistibûn.

Di wan wêneyan de bi ciwanî derdikeve ku “Wehîd Şadiman” çawa ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye îşkencekirin.

Kombûna dadgehîkirina navbirî roja 20ê Banemera îsal li Qesra Şîrînê bi rê ve çûbû û dadgehê tohmetên wek “têkdana aramiya giştî, bêrêzîkirin bi berpirsên rejîmê, teqandin û têkdana dahata giştî”, bi ser de sepandibû.