Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Îranê de bîmeya 300 hezar kedkarî ji wan hatiye standin

11:47 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2023

Tevî ku kedkar di Îranê de rastî rojreşiyê hatine û nikarin hewcehiyên jiyana xwe dabîn bikin û ew xizmetguzariyên ku berê ber destê wan hebû, ji niha ve hêdî hêdî ji wan tê standin.

Serokê Encumena Sendîkaya Pîşeyî ya Kedkarên Çêkirina Avahiyan “Ekber Şewket”, di hevpeyvînekê de digel Nûçegihaniya “Tesnîm” a ser bi rejîmê gotiye: “Nedana bîmeya kedkarên çêkirina avahiyan bûye sedem ku bîmeya 300 hezar kedkarî ji wan bê standin û 500 hezar kedkarên çêkirina avahiyan jî çavnihêriya bîmeya dabînkirina civakî mane.

Pêka gotina “Ekber Şewket”, di heyama sê salên derbasbûyî de rêjeya kedkarên çêkirina avahiyan ên bîmekirî ji 900 hezarî ve bo 650 hezarî daketiye. Lê navbirî bi bê îşarekirin bi pirsgirêka bingehîn a kedkarên çêkirina avahiyan û çend pirsên din ku wan zêdetir rastî pirsgirêkan tîne, hebûna “kedkarên bîhanî” bi sedema sereke ya betaliya kedkaran daye zanîn.

Herwisa navbirî tevî îşarekirin bi bûyerên pêwendîdar bi kar bo kedkarên avahîsazî gotiye: “Kedkarên çêkirina avahiyan, nêzî %10 a kesên li ser kar li Îranê pêk tînin, lê %50 a wan kedkaran rastî bûyerên kar tên.

Hêjayê gotinê ye ku kedkar li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, di rewşeke gelek dijwar de dijîn û bi berdewamî derheq wê rewşa heyî, man digrin an jî nerizayetiyên xwe nîşan didin.