Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya hevpar ya Amerîka û Ustiraliyayê derheq şermezarkirina siyasetên rejîma Îranê

12:55 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2023

Amerîka û Ustraliyayê bi hilkefta 33emîn kombûna şêwirmendiya wezîrên derve û wezîrên berevanî yên her du welatan, li dijî binpêkariyên mafê mirovî û siyasetên alozker yên rejîma Îranê daxuyaniyek hevpar belav kirin.

“Pênî Wang” Wezîrê Derve yê Ustraliyayê, “Rîçard Marliz” Cihgirê Serokwezîrê Ustiraliyayê û Wezîrê Berevaniya Ustiraliyayê di civîneke hevpar de digel “Antonî Bilînkên û Loîd Astîn” Wezîrê Derve û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ragihandin: “Desthilatdarên Komara Îslamî mafên mirovî li Îranê bi tundî binpê kirine, ji wan bêzarkirin bi jin û keçan, tepeserkirina bê rehmane ya civaka medenî û cudatîdanîna kêmîneyên netewî û olî di wî welatî de.”

Herdu welatan, rejîma Îranê derheq binçavkirina neyasayî ya hevwelatiyên bîhanî û bi armanca tirsandin û bêzarkirina dijberên rejîmê li derveyî Îranê şermezar kirin.

Her di vê daxuyaniyê de, dabînkirina dironan ji aliyê Îranê ve bo Rûsiyê bo şer digel Ukraynê, bernameya navkî û mûşekên balistîk, piştevanî ji hêzên terorîstî li deverê û geşedan bi tundûtîjiyan li cîhanê û herwisa ew gef û metirsiyên ku hêzên rejîmê bo gemîvanan li sînorên avên navnetewî afirandine, şermezar kirin.