Sibêdeha roja Yekşemî 8ê Gelwaêja 1402 a Rojî, (30ê Tîrmeha 2023an), kombûna Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi mêvandariya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê bi rê ve çû.
Heyeta Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serpereştiya birêz "Mihemednezîf Qaderî", ji aliyê heyeta Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê bi serpereştiya birêz "Ebdullah Azerbar" ve hate pêşwazîkirin.
Di vê civînê de çendîn mijarên taybet bi hereketa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, rewşa siyasî ya Îranê, rewşa ewlehî ya aliyên siyasî yên Rojhilat û pêwîstiya hevahengiya zêdetir di vê qonaxê de û çendîn mijarên din yên girîng hatine nîqaşkirin.
Ev civîne di keş û hewayeke dostane de bi rê ve çû û di dawiyê de tekez li ser hevahengî û hevkariya zêdetir ya hizbên siyasî yên Kurdistanê digel yektir hate kirin.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
8ê Gelawêja 1402 a Rojî