Welatiyekî Kurd yê bi navê “Murad Resûl Tacgerdûn” yê xelkê bajarê Nexedê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.
Li gorî Nûçegehaniya "Chaw News" roja Şemî 7ê Gelawêja 1402 a Rojî, “Murad Resûl Tacgerdûn” yê welatiyê bajarê Nexedê, bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derheq çarenivîs û cihê mana navbirî ber dest nîne.