Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helbestvanê kurd Lorî Tildarî çû ser rehma Xwedê

11:21 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2023

helbestvan û nivîskarê Kurd Ebdulcelîl Henîfe yê naskirî bi (Lorî Tildarî), li nexweşxaneyeke bajarê Qamîşlo yê ser bi Rojavayê Kurdistanê koça dawî kir.

Helbestvan Lorî Tildarî roja Şemî 29ê Tîrmeha 2023an, bi sedema nexweşiyeke giran di temenê 65 saliyê de li nexweşxaneyeke bajarê Qamîşloyê koça dawiyê kir.

Lorî Tildarî sala 1957an li gundê Tildar yê herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bibû.

Wî sala 1975an dest bi nivîsandina helbestan kiriye û 3 dîwanên wî yên helbestan hene.

Lorî Tildarî yek ji navdarên helbesta klasîk ya Kurdî bû, û herwisa di warê parstina folklora Kurdî de kedek berçav hebûye; Navbirî di jiyana xwe de tevlî karê hizbî û siyasî jî bûye û di nav “Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî” de xebat û çalakiyên siyasî kiriye.

Lorî Tildarî xwediyê berhemên wek helbestên çapkirî bi navê “Halan”, pirtûkek neçapkirî li ser folklora Kurdî li devera Dêrikê û Botan”ê jî bû.