Li bajarê “Qamişlo”yê li Rojavayê Kurduistanê, 3emîn kongireya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê bi beşdariya 93 nivîskar, lêkolîner, çîroknivîs û helbestvanên Kurd bi rê ve çû.
Roja Şemî 8ê Gelawêja 1402 a Rojî, li Hola “Efrîn” a bajarê “Qamişlo” li Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya 93 nivîskar, lêkolîner, çîroknivîs û helbestvanên kurd, 3emîn kongireya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li jêr navê Nivîskar û lêkolîner (Mehmûd Sebrî) hate lidarxistin.
Kongire bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” hate dest pêkir û nêzîkî 8 demjimêran berdewam bû.
Di vê kongireyê de rewşa Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê bi awayekî giştî hate gengeşekirin û herwiha li ser wê yekê hate tekezkirin ku Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, çarçoveyek rewşenbîrî-neteweyî ya serbixwe ye; Di dawiyê de desteyeke nû ya rêveberiyê ji 25 endaman hata hilbijartin ku di rojên bê de, bo helbijartina serokek nû û cihgirê serok û destnîşankirina ofîsên xwe yên pêwîst li gorî taybetmendî û derfetên heyî yên berdest, desteya birêveberiyê dest bi karûbarên xwe bike.