Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawiya endamekê PDKI li devera Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê

11:55 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2023

Endamekî teşkîlata nihênî yê bi navê “ Ferzinde Husênpûrî” yê xelkê devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir.

Roja Yekşemî 8ê Gelawêja 1402 a Rojî, “Ferzinde Husênpûrî” yê kurê Ebdulbaqî jidaykbûyê sala 1346 a Rojî, û yê endamê teşkîlata nihênî ya PDKI li gundê “Bawan” yê ser bi devera Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê bi sedema nesaxiyê koça dawiyê kir û bi axa pîroz a Kurdistanê hate sipartin.

Xwedêjêrazî li rêkevta 15ê Rêbendana sala 1398 a Rojî, tevlî refa teşkîlata nihênî a PDKI bûye û heta dawî rojên jiyana xwe di xizmeta nîştiman û neteweya xwe de bû.

Xwedêjêrazî Ferzinde li dawiya sala 1370 a Rojî, bi sedema xizmet bi pêşmergên PDKI hatibû binçavkirin û bi 8 sal girtîgeh hatibû cezadan û piştî 3 sal man li girtîgeha Derya li Urmiyê, hatibû azadkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe bi şerîkê xema wan dizane.