Di navbera bikirêgirtiyên rejîmê û xelkê gundê “Axere” yê ser bi devera Hewşar de li derheq kangeha zêr a wî gundî şer û pevçûnek çê bû û di encamê de sê welatiyên xelkê vî gundî bi destdrêjiya hêzên rejîmê bi dijwarî birîndar bûn û çendîn welatiyên din jî şeva piştre hatine girtin.
Li gorî nûçeya giheştî bi Odeya Navenda Ragihandina Hizba Demokrat, roja Yekşemî demjimêr 11ê piştî nîvro, dema xelkê gundê “Axere” yê ser bi bajarê Tîkabê li devera Hewşarê, bi mebesta lipeyketina mafê xwe ku di vê kangehê de kar dikin, çûne ber deriyê kangehê, ji aliyê hêzên rejîmê ve rastî gullereşandinê tên.
Di vê şer û pevçûnê de sê welatî yên bi navên “Nasir Behramiyan, Hucet Muiminîzade û Armîn Nîkzad” ji aliyê hêzên rejîmê ve bi dijwarî birîndar bûne.
Her li gorî heman çavkaniyê, di vê şer û pevçûnê de ku nêzî 30 maşînên tejî ji hêzên rejîmê beşdar bûn, beşek ji wan hêzan ji aliyê xelkê ve bi barimte hatine girtin û piştre hatine azadkirin.
Her heman şevê hêzên rejîmê rijyane ser wî gundî û çendîn kes girtin û bo ciheke nexuya veguhastin ku heya dema belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyek derheq çarenivîs û cihê mana wan ber dest nîne.
Hêjayê gotinê ye ku heya niha jî hêzên rejîmê ew gunde dorpêç kirine û înterneta gundê jî qut kirine û birîndar jî bo nexweşxaneya Urmiyê hatine veguhastin.