Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

TDK-TEVGER û PAK: Em mizgîniya yekitiya TDK-TEVGER Û PAKê bi raya giştî re parve dikin

17:30 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2023

Em wek TDK-TEVGER û PAK, bi geşbûn û bi dilxweşî ve dixwazin gelê xwe agahdar bikin ku me biryar daye emê di nav yek partiyê de yekitiya xwe ya rêxistinî û siyasî pêk bînin. 

TDK-TEVGER û PAK di îlona 2023an de, dê kongireya xwe ya yekitiyê lidar bixin û dê wek partiyeke nû di qada siyasî ya doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê de xebatên xwe bimeşînin. TDK-TEVGER û PAK ji bo rêlibervekirin û amadekariya yekîtîyeke sîyasî û rêxistiniyê ev li derdora salekê ye ku di nav dîyalog û xebateke berfireh de ne. 

Piştî civîn û xebatên hevbeş, deklerasyona siyasî ya hevbeş û reşnivîsa bernamayê û raporên xebatê yên ku ji aliyên komîsiyona  hevbeş a TDK-TEVGERê û PAKê ve hatibûn amadekirin, bi endam û piştgirên PAK û TEVGERê re hatin parvekirin. Endam û piştgirên PAK û TEVGERê digel nerîn, nirxandin û pêşniyarên xwe yên çêker, xabata yekîtiya siyasî û rêxistinî pesinandin û piştgiriyek girîng dane pêvajoya yekîtîyê.

TDK-TEVGER û PAK a  ku dê bi hev re partiyeke nû ava bikin, xwe bi ti rêxistin û kevneşopiyên siyasî ve pênase nakin; ew xwe berdewamiya doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê dibînin. Herweha; ew xwe berdewamiya hemû têkoşîn, xebat, ked û nirxên milî, demokratîk, niştimanî yên Kurdistanê dibînin. 

Bi vê hişmendiyê û bi vê baweriyê, TDK-TEVGER û PAK dibêjin li Bakurê Kurdistanê pêwîstî bi wê yekê heye ku, hemû partî, tevger, rêxistin, girûp û kesayetên ku bername, nêrînên wan ên sîyasî, nêrînên wan ên di derbarê şiklê xebatê û rêxistinî de wek hev in, nêzî hev in, yekitiya xwe ya sîyasî û rêxistinî pêk bînin. Yekitiya TDK-TEVGERê û PAKê jî berhem û nîşana vê hişmendiyê ye û beşeke bicîhanîna vê pêwîstiyê ye. 

Avakirina partiyeke bi vî rengî, helbete ku pêwîstiya hevkarî û tifaqên neteweyî, demokratîk ji holê ranake. Hevkarî û tifaqên neteweyî, demokratîk yên li ser pirensîbên neteweyî û Kurdistanî bêne avakirin, pêwîstî û wazîfeyeke me ya sereke ya milî ye. Lê eşkere ye ku li Bakurê Kurdistanê partiyeke xurt, girseyî, milî, demokrat, azadîxwaz, Kurdistanî dê di avakirin, birevebirin û berdewamiya platform, hevkarî, tifaq û bi hev re xebatên hevbeş yên milî, demokratîk jî bibe bingehekî esasî. 

Bêguman, pêwîstiya yekitiya sîyasî û rêxistinî ya partî, tevger, rêxistin, girûp û kesayetên milî, demokrat, azadîxwaz, Kurdistanî yên ku bername û nêrînên wan ên siyasî wek hev in, nêzî hev in, bi yekitiya TDK-TEVGERê û PAKê bi dawî nayê.

Partiya ku dê bi yekitiya TDK-TEVGER û PAKê bê avakirin jî di her qonaxê de amade ye ku bi partî, tevger, rêxistin, girûbên wek wê, nêzî wê re yekitiya siyasî û rêxistinî pêk bîne.

Bi vê hişmendiyê, em wek TDK-TEVGER û PAK bangî hemû siyasetmedar, derdor, rewşenbîr û welatparêzên Kurdistanî yên wek me, nêzî me difikirin dikin ku ji derveyî vê pêvajoya yekitiya siyasî û rêxistinî ya ji bo avakirina partiyek nû ya neteweyî, demokratîk, azadîxwaz, Kurdistanî, meşrû û girseyî nemînin; bi beşdarî, helwest, daxwaz û pêşniyarên xwe avakirina partiyek weha berfirehtir û dewlemendtir bikin. Werin em bi hev re ji bo xurtkirin û geşkirina tevgera rizgarîxwaziya neteweyî û demokratîk û serketina armancên nîhayî vê gava dîrokî bavêjin! 

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER)
Partiya Azadî ya Kurdistan_bakur (PAK)