Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Seqezê 7 welatî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

10:15 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2023

Di berdewamiya girtina bi kom a welatiyên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîmê ve, çend roj berî niha 7 welatiyên bajarê Seqizê bi awayekî bi kom hatine girtin.

Pêka Nûçeya Ajansa Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama çend rojên derbasbûyî de, 7 welatiyên Seqizê yên bi navên “Şaho Salihî, Saman Paşayî, Kamiyab Eslî, Kawe Hîcazî” û herwisa du bira yên bi navên “Azad Muradiyan û Efxem Muradiyan” û kesek din yê bi navê “Kuriş Faroqî” ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûne girtin.

Hatiye zanîn “Kuriş Faroqî” ku bi wan 6 welatiyên din re hatibû binçavkirin, piştî lêpêçînê bi danîna barimteyê hatiye berdan, lê 6 welatiyên din hê jî di girtîgehê de ne û qedera wan nexuya ye.

Hengawê ragihandiye, “Saman Paşayî, Şaho Salihî, Kamiyab Eslî, Kawe Hîcazî, Azad û Efxem Muradiyan” bo yek ji girtîgehên rejîmê li bajarê Tehranê hatine veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên bi ser wan de hatinî sepandin ti zaniyariyek ber dest nîne.