Çavkaniyaneke nûçeyî li qiraxa rojavayê rûbarê Ordonê ragihandiye, ku pevçûnên di navbera Ertêşa Îsraîlê û milîsên Filistînî li kampa penaberan a Cênînê berdewam e.
Şer û pevçûn piştî vê yekê hate destpêkirin ku şeva Yekşemî 11ê Pûşperê, balafirên bê balafirvan ên Îsraîlê çend cih li Cênînê kirin bi armanc û piştre bi maşînên leşkerî êrîşî ser Cênînê kirin.
Di êrîşa Îsraîlê ya ser Cênînê de herî kêm 9 Filistînî hatine kuştin û zêdeyî 50 kes jî birîndar bûne. Rûniştiyên wan navçeyane ragihandine ku gelek caran dengê balafirên bê balafirvan ên Îsraîlê û teqînên mezin têne bihîstin.
Îsraîl dibêje, binkeyên rêxistinên terorîst ên Filistînî di operasyona dijî terorê de bûne armanc.
Pêka gotina Berdevkê Ertêşa Îsraîlê, renge ew êrîşane bo heyama yekûdu rojan berdewam bin.
Êrîş bo ser Cênînê di demekê de ye ku ew bajare bûye çavkaniya nifşa nû ya terorîstên Filistînê û naskirî ye bi “Leşkerê Cênîn” ku pêk hatiye ji ciwanên ser bi girûpên cuda ên wek Hemas û Cîhada Îslamî.
Êlî Kohen, Wezîrê Derve yê Îsraîlê gotiye: “Ez tekeziyê dikim ku em bi Filistîniyan re şer nakin. Em di rastî de digel milîsên girêdayî rejîma Îranê ku li herêmê ne, ji wan Hemas û Cîhada Îslamî, ku her du rêkxistinên terorîstî ne û Îran piştevaniya wan dike, şer dikin. Armanca Îranê di navçeyê de zêdekirina aloziyan e”.