Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa goştê mirîşkan û berhemên şîremenî çend qat bilind bûye

11:08 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2023

Niraxa her kîlo goştê mirîşkan nêzî 100 hezar Tumenî bi xelkê re tê firotin û nirxa berhemên şîremenî jî %30 bilind bûye; ew yeka di halekê de ye ku rêjeya hejarî li Îranê gelek zêde bûye û êdî piraniya xelkê nikarin hewcehiyên xwe bikirin.

Pêka rapora “Ticaret News” a ser bi rejîma Îranê, nirxa her kîlo goştê mirîşkan li 11ê Pûşperê, 95 hezar û 500 Tumen û nirxa her kîlo goştê singê mirîşkan bi 176 hezar Tumen bi xelkê re tê firotin û li deverên bakurê bajarê Tehranê de jî bi zêdetir ji 100 hezar Tumenî tê firotin; ew yeka di halekê de ye ku rejîmê bi xwe nirxa goştê mirîşkan bi 73 hezar Tumenî diyarî kiribû.

Herwisa pêka rapora Çavdêriya Mafê Mirovî ya Îranê, piştî vê yekê ku nirxa her kîlo şîrê xav bi 15 hezar Tumenî hatiye diyarîkirin, beşek ji kargehên berhemên şîremenî, nirxa şîremenî 20 heta %30 bilindtir kirine.

Nirxa wan berheman di halekê de bilind bûye ku nirxa hewcehiyên kargehên berhemanîna goşt û şîremenî gelek bilind bûye, lê berhemên goşt û şîremenî bi nirxeke kêm ji wan kargehan têne kirîn û bi nirxeke gelek zêde bi xelkê re têne firotin.

Enflasyon roj bi rojê bilind dibe û xelkê qatên hejar û nivînicî şiyana kirîna hin kelûpelên xwarinê nînin û ev yeka jî bûye gefek li ser tendirustiya wan.