Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 6 mehên derbasbûyî de 354 kes li Îranê hatine darvekirin

11:16 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2023

Saziya Mafê Mirovî ya Îranê bi belavkirina amarekê ragihandiye, ku di 6 mehan de 354 kes li Îranê hatine darvekirin.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya Îranê ku roja Duşemî 12 Pûşperê belav kiriye, di heyama 6 mehan de wate li meha Befranbara 1401an heta Pûşpera 1402an aliyê kêm 354 kes li Îranê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin.

Pêka vê amarê 71 kes ji bidarvekiriyan hevwelatiyên Belûç bûne, û 206 kesên din ku hatine bidarvekirin bi tohmetên pêwendîdar bi madeyên hişber hatibûne binçavkirin û piştire hatine darvekirin.

Bidarvekirina 354 kesan di 6 mehan de vê yekê dide xuya ku rêjeya îdamê di Îranê de ji sedî 126 zêde bûye.

Herwisa vê Saziyê ragihandiye, ku 5 kesên din bi tohmeta pêwendîdar bi serhildana seranserî ya gelên Îranê hatine bidarvekirin.

Ji aliyeke dinê ve, Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, amarek li derheq bidarvekirina 77 welatiyên Kurd di 6 mehên destpêka sala 2023 a Zayînî de belav kiriye.

Bidarvekirina 77 welatiyên Kurd beranber e bi rêjeya 21.5 ji sedî ya amara tev îdamê di Îranê de.

Pêka amaran, derdikeve ku rêjeya îdamkirina welatiyên Kurd îsal 47% zêde kiriye û di sala 2022 a Zayînî de 52 welatiyên Kurd hatibûne îdamkirin.