Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 10 hezar gund li Îranê rastî krîza bê aviyê hatine

11:19 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2023

Li berdewamiya krîza bê aviyê li Îranê, Wezîrî Wizeya rejîma Îranê gotiye, ku 10 hezar gund li sernserê Îranê rastî bê aviyê hatine û karnas û çalakvanên jîngehê jî, huşdarî dane ku krîza bê aviyê dê berfirehtir bibe.

Wezîrê Wizeya rejîma Îranê “Elîekber Muhibiyan”, roja Înê li bajarê “Bem” ê ser bi parêzgeha “Kirman”ê, îtiraf kiriye ku di Îranê de krîza bê avî û kêmaviyê heye û gotiye ku li 10 hezar gundên Îranê rastî krîza destnekevtina ava tendirust a vexwarinê hatine.

Amara serast a bê avî û kêmavî di gund û bajarên Îranê de çend qat zêdetir ji gotina wî berpirsê rejîmê ye û rejîm bo perdepoşkirina neşiyana xwe li birêveberiya avê û perdepoşkirina şikesta xwe li veguhastina ava deverên din bo navenda Îranê, amarên serast perdepoş dike.

Pêka gotina wî Wezîrê rejîmê, bi tenê li parêzgeha Kirmanê, 669 gund rastî krîza dijwar a bê aviyê hatine û herwisa îtiraf kiriye ku roj bi roj ew amare zêdetir dibe.

Li çendîn bajarên Îranê yên wek Zahidanê li parêzgeha Sîstan û Belûşistanê, nêzî mehekê ye ku krîza bê aviyê bûye sedem ku ava vexwarinê jî dest nekeve, lê berpirsên rejîmê ti behsek ji vê krîzê nakin.

Herwisa karnas û çalakvanên jîngehê jî huşdar dane ku bi vê rewşa ku niha heye, krîza bê aviyê dê gelek berfirehtir bibe.