Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha rejîmê cezayê lêdana qamçiyan û girtîgeh bi ser bavê Sarîna Sa`idî de sepand

11:22 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2023

Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya rejîma Îranê li bajarê Bokanê, 6 meh û nîv girtîgeh û 40 derbeyên qamçiyan bi ser “Haşim Sa`idî” yê bavê şehîd “Sarîna Sa`idî” de sepand.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya rejîma Îranê li bajarê Bokanê, 6 meh û nîv girtîgeh û 40 derbeyên qamçiyan bi tohmeta “alozkirina nezma giştî”, bi ser “Haşim Sa`idî” yê bavê “Sarîna Sa`idî” de sepandiye û ew cezaye roja Yekşemî 12ê Pûşperê bi navbirî re hatiye ragihandin.

“Haşim Sa`idî” di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêregihîştin bi parêzerê diyarîkî û hevdîtin digel malbata xwe bêpar bibû; ew welatiye li 30ê Cozerdanê bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî bi awayê demkî ji girtîgeha rejîmê li bajarê Bokanê hatibû azadkirin.

“Haşîm Sa`idî” digel malbata şehîdên şoreşa Jînayê yên bajarê “Sine, Dêwolan û Dîwandere”yê piştî vê ku serdana tirba şehîdên şoreşa “Jîna”yê li bajarê Seqiz û Bokanê dikin, û di dema zivirînê de, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Hêjayê gotinê ye ku “Sarîna Sa`idî” ya temen 16 salî, roja 4ê Xezelwera 1401 a Rojî, di meşa şoreşa “Jîna”yê de, ji aliyê hêzên hov û serkutker ên rejîmê ve bi batoman hate lêdan û kutan û paşê mêjiyê wê xwînrêjî kir û piştî yek roj di nexweşxaneyê de canê xwe ji dest da.