Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewambûn û zêdebûna kombûnên nerizayetiyê li Îran û Kurdistanê

11:50 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2023

Di berdewamiya kombûnên nerizayetiyê yên tex û qadên cuda yên civakê li Îran û Kurdistanê li dijî rejîma Îranê, kedkar, peresdar, malnişînkirî û werzêr kombûnên nerizayetiyê lidar xistin.

Roja Duşemî 12ê Pûşpera 1402an a Rojî, kombûna kedkarên nerazî yên Nêyşikera Heft Tepe û malnişînkiriyên Îdareya Muxabiratê li çendîn bajarên Îranê hatine lidarxistin.

Herwisa Peresdaran li Sîstan û Belûçistanê, Birêveberiya Hêla Pêncê ya Mêtroya Tehranê li dijî serberedayên rejîma Îranê û nedana mafên wan kombûnên nerizayetiyê lidar xistin û man girtin.

Ji aliyek dinê ve, malnişînkiriyên Îdareya Muxabiratê li bajarên “Ehwaz, Meşhed, Kirmaşan, Sine, Benderebas” û çendîn bajarên din yên Îran û Kurdistanê li derheq nedana heqdest û mafên wan ji aliyê berpirsên rejîma Îranê ve, bi dirûşima “heta em mafên xwe nestînin em ranawestin” kombûnên nerizayetiyê yên berfireh lidar xistin.