“Xanmihemed Adînepûr” ê xelkê bajarê “Şîrwan” ê ser bi Xurasanê, ku yek ji mûzîkjenên berçavê Kurd ê devera Xurasanê ye, roja Duşemî 11ê Cozerdanê di temenê 72 saliyê de bi sedema çûneser a temen, koça dawiyê kir.
Mamoste “Xanmihemed Adînepûr” ji dayîkbûyê sala 1330 a Rojî li bajarê “Xanliq” ê ser bi bajarê “Şîrwan”ê ye; Ew yek ji mamsoteyên herî berçav ê mûzîkê li warê jenyariya meqamî û folklorî de bû û navbirî li jenyarîya alavên mûzîkê yên wek “qoşme, kemençe û dutar”ê de xwediyê çendîn xelatên cur bi cur ên parêzgehî û seranserî ye.
Ew mamosteyê Kurd ê xelkê devera Xurasanê, derdorê 60 salan li warê mûzîka Kurdî de xebat kiriye.
Kurdên devera Xurasanê bi sedema jana dûrxistinê, veqetiyan ji warê bav û kalan, helbest û mûzîkên gelek bedev û bi wateyên giranbiha afirandine û niha tevî hemû astengiyan û rêgiriyên rejîma Îranê, bo parastina kultûra xwe hewlên micid didin.
Kurdên koçber ên devera Xurasanê bi zoremiliya şahên zulimkar ên Îranê, ji deverên derdora bajarên “Urmiye, Selmas û Xoy”ê bo Xurasanê hatine dûrxistin.