Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di şeş mehan de 20 girtiyan di girtîgehên rejîmê de canê xwe ji dest dane

10:14 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2023

Di heyama 6 mehên destpêka sala 2023 a Zayînî de, aliyê kêm 20 girtî di girtîgehên rejîma Îranê de canê xwe ji dest dane.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, di heyama 6 mehên destpêka sala 2023an de, li girtîgehên rejîmê 20 girtiyan canê xwe ji dest dane ku 65% ji wê amarê wate 13 kes ji wan welatiyên Kurd bûne.

Tevî vê ku 13 kes ji wan Kurd bûne, aliyê kêm 4 girtiyên Belûç di girtîgehên rejîmê yên Zahidan, Zabol û Gulistanê de canê xwe ji dest dane.

Sê girtiyên din jî xelkê Geçsaran, Kohdeşt û Tewrêzê ne ku di girtîgehên rejîmê de canê xwe ji dest dane.

Hengawê ragihandiye, ji gelempera 20 girtiyên canjidestdayî, 4 girtî di bin îşkenceya hêzên rejîmê de hatine kuştin, 7 girtî bi sedema nexweşî û nebirin bo nexweşxaneyan canê xwe ji dest dane û sê girtî bi sedemên gumanayî ji wan jehrîkirinê canê xwe ji dest dane û 4 girtî jî, di encama şerkirin digel girtiyên dinê de canê xwe ji dest dane.

Hengaw dibêje, di heyama wan 6 mehan de, sê girtiyên siyasî yên pêwendîdar bi şoreşa Jin Jiyan Azadî li bajarên Bokan, Zahidan û Geçsaranê ku hatibûne girtin, di bin îşkenceya hêzên ewlehî yên rejîmê de canê xwe ji dest dane.