Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtin û nexuyabûna çarenivîsa du welatiyên xelkê Seqizê

10:31 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2023

Du welatiyên xelkê bajarê Seqizê yên bi navê “Hadî Mehmûdî û Ako Hemîdî” ku du heftî berî niha ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûne girtin, qedera wan nexuya ye.

Pêka rapora Hengawê, du welatiyên bajarê Seqizê yên bi navê “Hadî Mehmûdî û Ako Hemîdî” ku 14 roj berî niha hatibûne girtin, ji qeder û çarenivîsa wan ti zaniyariyek ber dest nîne.

Ew du welatiyane roja Duşemî 29ê Cozerdanê hatibûne girtin, heta niha ti pêwendiyek bi malbata xwe re negirtine û navendên ewlehî yên rejîmê îzna hevdîtinê nedaye malbata wan û ti kes ji cihê mana wan agehdar nîne.

Ji tohmetên hatinî sepandin bi ser wan du welatiyan de jî, ti zaniyariyek ber dest nîne.

Her li gor amara mehane ya Hengawê, di Hezîrana sala 2023an de aliyê kêm 77 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin û piraniya wan welatiyane jî, bi tohmeta çalakiyên siyasî ji aliyê dadgehên rejîmê ve hatine sizadan.