Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li sînorê Newsûdê bi teqeya hêzên rejîmê çavê kolberekî Kurd birîndar bû

10:46 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2023

Hêzên dagîrker li sînorên Kurdistanê bi awayekî rasterast teqe ji kolbrekî Kurd kirin û di encam de çavê wî birîndar bû.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 13 Pûşperê, kolberekî Kurd yê bi navê “Hêmin Mehmûdî” yê xelkê gundê “Kanî Reş” yê girêdayî bajarê “Selasa Bawecanî” yê ser bi parêzgeha “Kirmaşan”ê, bi sedema teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Newsûdê çavê wî birîndar bû.

Hêzên rejîmê bi bê agehdarkirina berê bi awayekî rasterast teqe ji komek kolberan kirine û di encamê de çavê “Hêmin” birîndar dibe û çend kolberên din jî leşên wan birîndar dibin.

“Hêmin Mehmûdî” kolberê Kurd ji bo wergirtina tedawiyên pizîşkî bo nexweşxaneya “Farabî” ya li bajarê “Tehran” hatiye veguhastin.

Rojane li ser sînorên destkird ên Kurdistanê kolber û kasibkarên Kurd dibine qurbanî.

Pêka dawî amara Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, ji meha Befranbara 1401an heta meha Banemera 1402an, aliyê kêm 48 koberên Kurd hatine kuştin û birîndarkirin, di vê amarê de hatiye ku 23 kolber rastî teqeya rasterast a hêzên rejîmê hatine û 3 ji wan kolberan ku canê xwe ji dest dane, temenê wan di bin 18 saliyê de bûye.