Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di her çar rojan de li Îranê jinek tê kuştin

11:20 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2023

Rojnameya “Şerq” a rejîmê di raporekê de behsa kuştina herî kêm 165 jinan li Îranê ji aliyê zilamên malbatên wan ve di du salên borî de dike.

Rojnameya “Şerq” a rejîma Îranê di raporekê de nivîsiye, du heyama du salan de 165 jin li Îranê bi sedema pirsgirêkên malbatî û namûsî hatine kuştin.

Li gorî wê amarê, yanî di her çar rojan de jinek li deverên cuda yên Îranê ji aliyê yek ji endamên malbata xwe ve tê kuştin.

Di wê raporê de hatiye nivîsîn: “Tenê di sê mehên despêka îsal de, aliyê kêm 27 jin bi argumêntên namûsî ji aliyê zilam an jî bavê xwe ve hatine kuştin.” Wê rojnamê nivîsiye: “Helbet ev amarek e ku di medyayan de hatiye belavkirin û li gor gelek çalakvanên mafê jinan, gelek kuştinên jinan li navçeyên cuda hene, ku bi qestî li derveyî herêmê nayên ragihandin”.

Di rapora wê rojnameya Şerq a rejîmê de hatiye, 87 haletên jinkujiyê bi argumênta arîşeyên malbatî bûne, 38 halet arîşeyên namûsî bûne, 10 halet argumêntên malî bûne û ji bo kuştina 30 jin ti argumêntek nehatiye zanîn.

Hatiye zanîn ku piraniya jinkujiyê ji aliyê mêrên wan ve hatine tomarkirin ku ji 165 jinên di heyama du salan de hatine kuştin, 108 jin bi destê mêrên xwe hatine kuştin, 17 jin bi destê birayên xwe, 9 jin bi destê kurên xwe, 13 jin bi destê bav û 19 jin jî bi destê hin endamên din ên malbatên xwe hatine kuştin.