Hêzên rejîmê êrîşî ser mala Nazîla Me`irûfî keça rojnamevana Kurd kirine û piştî vekolîna mala wê, navbirî bo dadseraya Êvînê gazî kirin.
Pêka rapora Nûçegihaniya “Hêrana”yê, roja Sêşemî 13ê Pûşperê hêzên rejîmê êrîşî ser mala rojnamevana Kurd “Nazîla Merûfî” kirine û mala wê vekolîne.
Navbirî bi belavkirina Twîtekê li ser hejmara xwe ya Twîterê ragihandiye, ku mala wê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaata rejîmê ve hatiye vekolîn û hêzên rejîmê hin ji kelûpelên wê yên kesî wekî mobaîl û leptapa wê bi xwe re birine û ji bo dadseraya Êvînê ya li bajarê Tehranê jî hatiye gazîkirin û roja Şemî 17ê Pûşperê, divê li taya 1 a vê dadserayê amade be.
Nazîla Meirûfî rojnamevan û xelka bajarê Seqizê û rûniştiyê bajarê Tehranê ye.
Ev keça Kurd heta niha çendîn caran ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye binçavkirin û li girtîgehên “Qerçek û Êvîne” de hatibû ragirtin, û li meha Rêbendana sala 1401an ji aliyê Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Tehranê, 2 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin û niha cezayê hatî sepandî heta 5 salan hatiye ragirtin.