Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Nefta Kowêtê: “Îranê ti mafek li meydana neftiya Areş nîne”

12:00 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2023

Devera neftiya “El-derê” ku bi navê “Areş” jî tê naskirin, devereke gazî ya li navbera Îran, Erebistan û Kuwêtê di kendavê de ye û çend dehik in ku li ser vê deverê di navbera Îran û Kuwêtê de nakokî hene.

Cihgirê Serokwezîr û Wezîrê Nefta Kuwêtê “Se`id El-berak” îdiayên rejîma Îranê li derheq meydana gazî ya “Areş”ê li dijî hemû yasayên bingehîn yên pêwendiyên navnetewî binav kir û got: “Em bi tevahî û micidî ve, hemû plandarêjiyên Îranê li derheq meydana dûr ji qiraxaviya El-derê red dikin”.

Herwisa Wezareta Derve ya Erebistanê jî, bi belavkirina daxuyaniyekê bi tekezî daye zanîn ku: “Çavkaniyên sirûştî li devera deryayî hatiye parvekirin ku yek ji wan meydana El-derê ye ku bi tevahî milkê Kuwêt û Erebistan ye û bi tenê Erebistan û Kuwêt bi awayê hevpar, xwdiyê vê meydana gazî ne”.

Meydana gaziya Areş li sala 1967 a Zayînî ji aliyê kompaniya neftî ya “AOC” a Japonê ve hate peydakirin ku her rojê 1 milyard metra 3cî gaz û 84 hezar bermîl berhemên gaza şil ji vê deverê tê berhemanîn.

Rejîma Îranê niha îdia dike ku %40 a avahiyên neftî û gaziya Areş di nav avên Îranê de ne.