Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna çalakiyên banghêjî bi hilkefta 22ê Pûşperê

11:23 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2023

Li nêzîbûna rêkevta 22ê Pûşperê, salvegera şehîdkirina rêberê nemir Dr. Qasimo û hevalên wî li Viyena Otrîşê, endamên Hizba Demokrat li deverên “Bokan û Mihabad”ê ji birêvebirina çalakiyên banghêjî li 34emîn salvegera şehîdkirina “Dr. Qasimlo” û hevalên wî, berdewam in.

Roja Înê 9ê Pûşpera 1402 a Rojî, endamên Hizba Demokrat li devera “Pîrmehemdî” ya bajarê Bokanê, Xwendingeha “Seydavaya Qacir” bi xemilandina alaya Kurdistanê û logoya Hizba Demokrat li deriyê vê xwendingehê dan.

Têkoşerên Demokrat di wê çalakiyê de li ser berdewamiya xebat bo gihîştin bi daxwaziyên netewî yên gelê Kurd ku Hizba Demokrat birêveberiya vê dike, bi micîdî pêdegirî kirine.

Hevdem li devedevê 22ê Pûşperê, li 34emîn salvegera şehîdkirina “Dr. Qasimlo” û hevalên wî bi destê dîplomat-terorîstên rejîma Îranê, rêvîngên rêbaza “Qasimlo” li deverên “Mehalê Şazde û Şarwêrana Mihabadê”, li gundên “Qulesen û Befrewan”ê, çalakiyên benghêjiyê lidar xistin.  

Têkoşerên Demokrat di wê çalakiyê de bi bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê, nivîsandina dirûşm, belavkirina wêneyên “Dr. Qasimlo” û sirûdên şoreşgêrî, yad û  bîra rêberê binavbang ê gelê Kurd bilind ragirtin.

Hêjayê gotinê ye, ku di heyama rojên derbasbûyê de li gelek ji bajar, dever û gundên Rojhilatê Kurdistanê de endam û alîgirên Hizba Demokrat li devedevê 22ê Pûşperê, bi şêwazên cuda çalakiyên banghêjî lidar xistine.