Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Josep Burrell” li derheq hevkariya Îranê digel Rûsiyê huşdarî da Îranê

12:39 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2023

“Josep Burrell” di pêwendiyeke telefonî de digel Emîr Ebdulahiyan Werîrê derve yê rejîma Îranê derheq bernameya Navkî ya rejîmê axavtin kir û herwisa ragihand ku hevkariya Îranê digel Rûsiyê nayê qebûlkirin.

Roja Sêşemî 13ê Pûşperê, Serokê Siyasetên Derve yê Yekîtiya Ewropayê “Josep Burrell”  di pêwendiyeke telefonî de digel Wezîrê Derve yê rejîma Îranê “Husên Emîr Ebdulahiyan” derheq giringiya lihevkirina Bercamê û hevkariya Îranê digel Rûsiyê gotûbêj kir.

Navbirî li ser nehêlana aloziyan û hevkariya “Tehran”ê digel Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî tekezî kir.

Tekezîkirina navbirî li ser hevkariya Îranê di halekê de ye ku heftiya derbasbûyî Serokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî behs ji hevkarînekirina Îranê digel vê Ajansê derheq çavedêriya Ajansê li ser bernameya Navkî ya Îranê kiribû.

“Josep Burrell” li ser hesaba xwe ya Twîterê derheq pêwendiya telefonî digel Husên Emîr Ebdulahiyan nivîsiye: “Min tekezî kir ku hevkariya leşkerî bi Rûsyayê re nayê qebûlkirin, divê girtiyên hevwelatiyên Yekîtiya Ewropayê bêne berdan û rêz ji mafê mirovî jî bê girtin”.

Di halekê de wî berpirsê Yekîtiya Ewropayê rexne ji hevkariya leşkerî ya rejîma Îranê bi Rûsyayê re di şerê Ukraynê de girtiye, roja derbasbûyî balyozê Brîtaniya li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî careke din Tehran bi binpêkirina biryara 2231ê tawanbar kir û ragihand, ku civîna dewreyî ya Şêwreya Ewlehî biryar e roja Pêncşemî 15ê Pûşperê, derheq wê mijarê were lidarxistin.