Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Nexedê navendên ewlehî yên rejîma Îranê 3 welatî binçav kirin

12:45 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2023

Di heyama 3 rojên derbasbûyî de, 3 welatiyên xelkê bajarê Nexedê yên bi navên “Ferhad Îsmaîlî, Aso Qelenderî û Ehed Tahirî”, ji aliyê navendên ewlehî yên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, pêşnîvroya roja Sêşemî 13ê Pûşperê, “Ferhad Îsmaîlî”, xelkê bajarê Nexedê û rûniştiyê bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasradan a rejîmê li bajarê Urmiyê hatiye binçavkirin.

Herwisa “Hengaw”ê daye zanîn, ku roja Duşemî 12ê Pûşperê, “Aso Qelenderî” yê temen 34 salî û xelkê bajarê Nexedê, ji aliyê hêzên Îtilaata rejîma Îranê ve li bajarê Nexedê hatiye binçavkirin.

Her li gor wê ajansa mafê mirovî, roja Şemî 11ê Pûşperê jî, hêzên çekdar ên rejîma Îranê li bajarê Nexedê, welatiyê bi navê “Ehed Tahirî” yê temen 21 salî di cihê karkirina wî de binçav kirine.

Ew 3 welatiyane bê hebûna belgeyên yasayî hatine binçavkirin û heta belavbûna vê nûçeyê, ti zaniyariyeke hûr li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û cihê ragirtina wan welatiyan li ber dest nîne.