Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin

10:38 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2023

 Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê yê bi navê “Heyder Nikniya”, piştî banghêjkirin bo Îtilaata Spaha Pasdaran a terorîst hatiye girtin.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, roja Duşemî 12ê Pûşpera 1402 a Rojî, “Heyder Nikniya”, xelkê gundê “Hekê” yê ser bi devera “Sîlwana”ya bajarê Urmiyê, piştî banghêjkirin bo Îtilaata Spaha Pasdaran a terorîst li gundê “Zêwe”, hatiye binçavkirin.

Hengaw dibêje, “Heyder Nîkniya” ji aliyê Îtilaata Spaha Pasdaran a terorîst ve, bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji hizbên Kurdî” hatiye girtin û navbirî piştî binçavkirinê, bo girtîgeha Îtilaata Spaha Pasdaran li bajarê Urmiyê, hatiye veguhastin.