Nûciwanekî Kurd ê xelkê bajarê Îlamê û rûniştiyê bajarê “Serawle” yê bi navê “Ereşk Qeyserbeygî” ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve li bajarê Îlamê hatiye binçavkirin.
Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 8ê Pûşperê, nûciwanekî temen 15 salî û xelkê bajarê Îlamê yê bi navê “Ereşk Qeyserbeygî” ku rûniştiyê bajarê “Serawle”yê ye, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve li bajarê Îlamê hatiye binçavkirin.
Ew nûciwanê Kurd yê temen 15 salî, bi bê hebûna belgeyên yasayî hatiye binçavkirin û bo girtîgeha Îtilaata rejîmê li bajarê “Serawle”yê hatiye veguhastin û navbirî heta niha ji mafê detpêregihîştin bi parêzer bêpar bûye.
“Ereşk Qeyserbeygî” li meşa şoreşa “Jîna”yê de ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina qonaxên lêpirsînê, bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.