Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya Lêgerîna Rastiyan: Îran ji serkuta serhildana seranserî ya xelkê berdewam e

10:45 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2023

Komîteya Lêgerîna Rastiyan a Şêwreya Mafê Mirovî ya Neteweyên Yekgirî di rapora xwe de ku di civîna roja Çarşemî 14ê Pûşperê de pêşkêş kir, ragihand ku rejîma Îranê hîna jî li pey tepeserkirina hin kesan e ku bi baweriya wê di rêkxistinkirina xwenîşandanan de dest hebûne.

Ew komîteye bi îşarekirin bi daxuyaniyên rejîmê yên ku dibêjin 22 hezar kes di wê pêwendiyê de ber lêboherînê kevtine, dibêje: Ew amare nîşan dide ku hejmarek gelek zêdetir ji wê yekê di girtîgehan de ne.

Herwisa Sara Husên, Seroka Komîtê ji Şêwreya Mafê Mirovî re ragihand, ku piştî deh meh ji kuştina Jîna Emînî, heta niha mafên yasayî yên malbata navbirî ji bo eşkerekirina rastiyan û birêveçûna dadperwerî di wê pêwendiyê de negihaye encamê. Herwisa ew du rojnamevanên ku cara yekem nûçeya girtina Jînayê belav kirin, hê jî di girtîgehê de ne.

Komîteya Lêgerîna Rastiyan a Şêwreya Mafê Mirovî ya Netewên Yekgirtî bi îşarekiri bi sepandina “cezayê giran ê girtîgeh”ê û îdama bilez a 7 kes ji girtiyan û binpêkirina mafê dadgehek dadperwerane, daxwaz ji rejîma Tehranê kiriye ku netenê her îdama binçavkiriyên xwenîşandanan rabigire, belkî hewece ye hemû girtiyan azad bike.

Di kombûna Şêwreya Mafê Mirovî ya Netewên Yekgirtî de, piraniya welatên Rojavayî tevî rexnegirtin ji Komara Îslamî, binpêkirina mafê mirovî, serkutkirina xwenîşandanan û siyaseta cudatîdanîna regezî di wî welatî de şermezar kirin.