Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gazîkirina mamostayekî olî yê xelkê Pawe bo Dadgeha Taybet a Melayan

11:01 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2023

Mamoste Hadî Ehmedî, gotarbêj û wanebêjê xelkê bajarê Pawe, ji aliyê Dadgeha Taybet a Melayan ve hatiye gazîkirin.

Pêka nûçeya Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê “Xweragirî”, roja Çarşemî 14ê Pûşperê, Dadgeha Taybeta Melayan a rejîmê li bajarê Pawê, Mamoste “Hadî Ehmedî”, gotarbêj û wanebêjê dibistana zanista olî a “Şems El-arifîn a Necar” a vî bajarî bi mebesta lêpêçînê gazî kiriye.

Hêjayê gotinê ye ku, ji duh ve ku Dadgeha Taybeta Melayan a rejîmê li Pawê, Mamoste Hadî Ehmedî bang kirine, heta niha ti zaniyariyek derheq sedemên gazîkirina navbirî ber dest nîne.