Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelata 3 milyon Dolarî ji bo lihemberderkevtina dronên rejîma Îranê

11:57 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2023

Sîstema berevaniya Ukraynê bo rawestan li hember êrîşên esmanî yên Rûsiyê xercekî gelek zêde heye û berpirsên leşkerî û endazyarên wî welatî gotine ku berevanî bi mûşekên 1 milyon Dolarî karekî aqilane nîne.

Li bajarê “Kiyêf”a paytexta Ukraynê, bi 100an endazyar û afirîner di meha derbasbûyî de bo hevdîrtin digel berpirsên leşkerî yên Ukraynê kom bibûn da ku bikarin bi hevhizriyê digel hev, rêyên baştir û erzantir bo rawestan li hember dironên xweteqîner ên Rûsiyê peyda bikin ku ew dironane bûne gefeke berdewam û kawilker li ser bajarên Ukraynê.

Cihgirê Serokwezîr û Wezîrê Guherinkariyên Dîcîtaliya Ukraynê “Mîxayav Fêdorof” li derveyî wê kombûnê gotiye: “Şerê îro, şerê teknolojiyê ye, em her roj şahidê guherînên teknolojiyên bikarhatî di eniya şer de ne”.

Fedorof dibêje: “Pêdivî ye ku em lêçûna xistina dronên Şahid kêm bikin. Em sensorên deng û amûrên din bikar tînin da ku dronan nas bikin û di dawiyê de bixine xwarê”.

Birêveberên vê kombûnê xelateke 3 milyon Dolarî di navbera 3 tîmên pispor de ku hatiye zanîn baştirîn diron an teknolojiya şerê elektronîkî bo rawestan li hember dironên xweteqîner ên rejîma Îranê berhem anîne, parve kirin.

Rûsiyê bi dironên erzan ku ji aliyê rejîma Îranê ve bi vî welatî hatine dan û herwisa dironên berhemên navxweyê Rûsiyê ku bi nirxeke kêm têne berhemanîn, êrîşên esmanî yên berdewan li ser xelkê Ukranê dike, lê sîstema berevaniya Ukraynê mifa ji mûşekên giranbuha verdigire ku xerceke zêde hene û nirxa hejmarek ji wan sîstemên mûşekî çendîn milyon Dolar e.