Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê daxwaz ji rejîma Îranê dike ku şandina dronan bo Rûsiyê bisekinîne

11:55 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2023

Yekîtiya Ewropayê di dawî kombûna xwe de daxwaz ji rejîma Îranê kir ku hevkariyên xwe li derheq şandina dronan bo welatê Rûsiyê bisekinîne.

Roja Pêncşemî 8ê Pûşperê, Yekîtiya Ewropayê bi beşdariya Serokê Giştî yê Natoyê, “Yanis Stoltinbêrg” kombûnek lidar xist û di wê kombûmê de li ser pirsa aramiya Ewropayê gotûbêj hatine kirin û herwisa Encumena Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyek belav kir.

Di wê daxuyaniyê de hatiye ku: “Yekîtiya Ewropayê bi tundî şerê Rûsiyê digel Ukraynê şermezar dike û daxwazê ji rejîma Îranê û Bilarûsê dike ku di vî şerî de hevkariya Rûsiyê nekin û ji rejîma Îranê xwast ku dronan bi Rûsiyê re nede û wê daxuyaniyê havkariyên leşkerî yên rejîma Îranê bi tundî şermezar kiriye.

Welatê Ukraynê heta niha çendîn caran ragihandiye, ku Îran bi şandina dronan bo Rûsiyê hevkariyeke mezin dide vî welatî, lê berpirsên rejîma Îranê yek ji wan “Husên Emîr Ebdulahiyan” Wezîrê Derve yê rejîma Îranê ew yeka red kiriye û îdia kiriye ku ev dronên bi Rûsiyê re hatinî dan, pêş destpêkirina şerê digel Ukraynê bûye.

Her li derheq hevkariya rejîma Îran û Rûsiyê, Encumena Asayîşa Nîştimanî ya Amerîkayê di vê mehê de ragihandobû, ku pêwendiya rejîma Îran û Rûsiyê geşe kiriye û rejîma Îranê alavên hewce bo berhemanîna dronan bo Rûsiyê şandiye.