Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bîst sal girtîgeh bi ser 4 hevwelatiyên Behayî de hate sepandin

12:00 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2023

Li berdewamiya givaşên hêzên rejîmê li ser hevwelatiyên Behayî, 4 welatiyên Behayî ji aliyê dadgeha rejîmê li bajarê Tehranê bi giştî bi 20 sal girtîgehê hatine cezadan.

Pêka Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hêrana”yê, Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Tehranê, bi ser “Mensûr Emînî, Weliyullah Qedemiyan, Şadî Şehîdzade û Etaullah Zefer” de her yek ji wan 5 sal girtîgeh sepandiye, ku bi giştî 20 sal girtîgeh bi ser wan hevwelatiyên Behayî de hatiye sepandin.

Ew 4 hevwelatiyên Behayî, bi tohmeta “endamê yek ji girûp û desteyên neyasayî û bi armanca alozkirina rewşa ewlehiya rejîmê” 10ê Cozerdana 1402 a Rojî, hatibûne dadgehîkirin.

Herwisa hatiye zanîn, ew hevwelatiyane li meha Banemera îslal hatibûne binçavkirin û bo benda 209 a girtîgeha Evînê ya ser bi Wezareta Îtilaata rejîmê hatibûne veguhastin.

Bawermendên ola Behayî piştî şoreşa gelan a sala 1357 a Rojî li Îranê, bi awayê sîstematîk kevtine ber gefên “bidarvekirin, cudatîdanînên berfireh ên civakî, siaysî û reftarên neyasayî ên rejîmê wek binçavkirina xweserane û bêrêzîkirin bi kerameta goristanên wan”.

Pêka rapora salane ya “Azadiya Olî ya Navnetewî” di sala derbasbûyî de serkut, tundûtîjî, cudatîdanîn û bêrêziya civakî ji aliyê rejîma Îranê ve bi ser bawermendên ola Behayî de, zêdetir bûye.