Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewlên sernekevtî yên rejîma Îranê ji bo destdanîn bi ser du nefkêşan de

12:14 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2023

Hêzên deryayî yên Amerîkayê ragihandine, ku hewlên rejîma Komara Îslamî ya Îranê bo d duestdanîn bi ser du gemiyên neftkêş li deryaya Umanê serkevtî nebûne û hêzên Amerîkayê rêgiriya wê kiryara rejîma Îranê kirine.

Sibêdeha roja Çarşemî 14ê Pûşperê, hêza deryayî ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragehandiye ku, rejîma Komara Îslamî ya Îranê hewla girtina 2 gemiyên neftkêş û gullereşandina bi ser wan nefkêşan li nêzî geviya Hormozê daye.

“Tîm Hawkînz” Berdevkê Navigana Pêncemîn a Hêza Deryayî ya Amerîkayê di vê derheqê de gotiye: Rejîma Îranê hewla destdanîn bi ser gemiyên niftî yên bazirganî ku bi awayekî yasayî di halê çûnê de bûne, daye.

Herwiha navbirî gotiye, belemên leşkerî yên rejîma Îranê yek ji neftkêş dane ber gulleyan, lê ti ziyanên canî û madî nebûye.

Li gor daxuyaniya Sêntkamê, piştî wergirtina peyama awarte ji aliyê yek ji wan gemiyên neftkêş ve, hêzên deryayî yên Amerîkayê bilez xwe gihandine wê deverê û piştî amadebûna navên Amerîkayê, belemên leşkerî yên rejîma Îranê reviyane.

Sêntkam dibêje, ji sala 2021an ve rejîma Îranê acizî ji bo nêzî 20 gemiyên bazirganiyê li geviya Hormozê aniye pêş û dest daniye ser çendîn gemiyan de jî.