Bo rêzgirtin ji yada şehîd “Kawe Cewanmerd”, hejmarek ji xelkê têkoşer û nîştimanperwer, serdana tirba bavê wî şehîdê Kurdistanê kirin û digel rêbaza şehîdan peyman nû kirin.
Roja Çarşemî 14ê Pûşperê, hejmarek ji xelkê têkoşer û nîştimanparêz li salvegera şehîdbûna “Kawe Cewanmerd”, serdana tirba şehîd “Necmedîn Cewanmerd” ê bavê şehîd “Kawe” li goristana “Baxê Firdewsî” ya bajarê Kirmaşanê kirin û bi danîna destiyên gul û wêneyên şehîd “Kawe” rêz ji wî şehîdê rêya azadî û serbestiya Kurdistanê girtin.
Şehîd “Kawe Cewanmerd”, Endamê Komîteya Navendî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bû ku digel şehîd “Serkewt Semedî” li 15ê Pûşpera 1395 a Rojî, piştî şerekî qehrimanane digel dagîrkerên Kurdistanê li devera Kosalan û Boryerê, tevlî karwanê şehîdan bûn.
Hêjayê gotinê ye ku şehîd “Necmedîn Cewanmerd” ê bavê şehîd “Kawe”, endamê Hizba Demokrat bû û ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve hate bidarvekirin û li goristana “Baxê Firdewsî” ya bajarê Kirmaşanê bi axê hate spartin, di vê goristanê de zêdetir ji 209 kes ji bidarvekiriyên dehika 60an bi axê hatine spartin.