Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çarenivîsa girtiyekî Seqizê piştî mehekê hê jî nerohn e

10:41 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2023

Zêdetir ji sê hefteyan e ku bi ser girtina çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Seqizê yê bi navê “Eyûb Cewanpûr” re derbas bûye û hê jî, ti zaniyariyek derheq çarenivîsa wî nînin.

Pêka Ajansa Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Seqizê yê bi navê “Eyûb Cewanpûr”, 27 roj in di girtîgeha rejîmê de çarenivîsa wî nexuya ye.

Hengaw dibêje, hewldanên malbata “Eyûb Cewanpûr” ji bo zanîna rewşa kurê xwe bê encam maye û ne pêwendî bi wî çalakvanî re hebûne û ne jî hevdîtin bi wî çalakvanî re kirine.

Navbirî roja Şemî 20ê Cozerdana 1402 a Rojî, di mala xwe de, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve bi bê hebûna belgên yasayî hatibû girtin.

Ev welatiyê han yek ji wan kesan e ku di serhildana Jin Jiyan Azadî ya sala borî de jî, li bajarê Seqizê hatibû girtin.