Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê destbiserdagirtina çendîn hezar ji cebilxaneya rejîma Îranê tomar kir

10:45 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2023

Wezareta Dad a Amerîkayê daye zanîn, ku wî welatî destbiserdegirtina zêdetir ji 9 hezar tifing û zêdetirî 700 hezar gulle û cebilxane li ser rêya Îranê bo Yemenê tomar kiriye. Ev yeka berdewamiya girtina çek û cebilxanên rejîma Îranê ji aliyê dewleta Amerîkayê ve li ser rêya Îran-Yemenê nîşan dide.

Roja Pêncşemî 15ê Pûşperê, Wezareta Dad a Amerîkayê ji pilana dozvekirinekê ji bo destbiserdegirtina zêdetirî 9,000 tifing, 284 tîrbar, nêzîkê 194 rokêtavêj, zêdetirî 70 mûşekên rênîşander û zîrek yên li dijî tankan û zêdetirî 700,000 gulleyên ku hêzên deryayî yên Amerîkayê, ji Spaha Pasdaran a terorîst di dema veguhastin ji bo girûpên çekdar ên Yemenê de girtine, daye zanîn.

Ew operasyona nû ya Amerîkayê piştî destbiserdagirtine zêdetirî yek mîlyon gulleyên cebilxaneyê di Adara 2023 de hate kirin. Li gorî belgeyên dadgehê, çekên ku hatinî girtin 4 belemên leşkerî yên bê nasname bûne, ku du ji wan di sala 2021an de û duyên din jî di sala 2023an de hatine berhemanîn.

Cihgirê Serdozgerê Giştî yê Wezareta Dada Amerîkayê, “Metiyo Cî Olsên”, ragihandiye: “Berdewamiya çalakiyên rejîma Îranê û Sapaha Pasdaran di qaçaxkirina çekên şer bo girûpên çekdar, ku binpêkirina yasayên navdewletî ye, nîşan dide ku rejîma Îranê berdewam gefan li ewlehiya neteweyiya Amerîka û berjewendiyên welatê me dixwe”.