Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dest bi ser nefkêşekê de girt

11:27 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2023

Rejîma Îranê tevî dest danîn bi ser nefkêşekê ku hilgirê 900 ton şewatê bûye, 12 personelên wê gemiya neftkêş jî binçav kiriye.

Rejîma Îranê li meşa alozkirina bazirganiya deryayî û destbiserdagirtin û talankirina neftê û bi barimtegirtina gemiyan û personelên wan, bi îdiaya qaçaxbûna şewatê daye zanîn, ku “Spaha Pasdaran bi belgeyên yasayî, dest bi ser gemiyeke hilgirê 900 ton şewata qaçax de daniye û 12 personêlên vê gemiyê jî binçav kiriye”.

Nûçeye girtina gemiyeke neftê di demekê de ji aliyê rejîmê ve hatiye belavkirin ku kompaniya ewkehiya deryayî ya Brîtanî roja Pêncşemî 15ê Pûşperê ragihandibû, ku haya wan ji hewla hêzên Îranê ji bo girtina gemiyeke biçûk a neftê ya bi alaya Tanzanyayê li derdora şêst mayîla deryayî li bakurê rojhilatê qiraxava Demmam li Erebistana Siûdî heye.

Ji aliyeke dinê ve tevî ku Spaha Pasdran a terorîst piraniya bazara nefta qaçax a rejîmê bi rê ve dibe, îdia dike ku rawestan li hember qaçaxkirina şewatê, bi armanca piştevanîkirin ji berhemanîna navxweyî û geşeya aboriya Îranê ye.