Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê dengê nerênî da bi biriyarnameya Netewên Yekgirtî bo lêkolîn li ser qedera xelkê windabûyî yên Sûriyê

11:58 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2023

Koma Giştî ya Netewên Yekgirtî, biriyarnameyek pesend kir ku pêka vê biriyarê dameziraweyeke serbixwe lêkolînê li ser qedera zêdetir ji 130 hezar kesên bêserbûyî di şerê Sûriyê de bike, lê rejîma Îranê dengê nerênî da bi vê biriyarê.

Roja Pêncşemî 8ê Pûşperê, biriyarnama lêkolîn li ser qedera zêdetir ji 130 hezar kesên winda û bêserbûyî yên Sûriyê, bi 83 dengên erê û 11 dengên ne û 62 dengên bê alî, ji aliyê 193 endamên vê komê ve hate pejirandin.

Sûriye li dijî vê biriyarnamê bû û ragihand, ku havkariya vê damezrawê nake; herwisa rejîma Îran, Rûsiye, Çîn, Koreya Bakur, Vênzoêla û Kubayê jî li dijî vê biriyarnamê deng dan.

Ev damezrawa serbixwe bi serperiştiya Netewên Yekgirtî li warê rohinkirina qeder û cihê windabûyan û piştevanîkirin ji qurbaniyan û herwisa kesên rizgarbûyî û malbatên wan çalakiyan dike.

Pêka vê biriyarnamê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî 100 roj derfet daye heta ku li derheq cîbicîkirina vê biriyarnamê raporekê radest bikin.

13 sal bi ser şerê navxweyî yê Sûriyê re derbas dibe û heta niha nêzî nîv miliyon kes hatine kuştin û niviya welatiyên wî welatî jî avare bûne.

Komîsyona Navdewletî ya windabûyan bi piştgirêdan bi amarên Netewên Yekirtî ragihandiye, ku ji sala 2021an ve zêdetir ji 130 hezar kes li Sûriyê di encama şer û pevçûnan de winda û bêser bûne.

Hêjayê gotinê ye ku rejîma Îranê di şer û aloziyên Sûriyê de, destêwerdanek rasterast hebûye û di warê piştevanî ji rejîma Sûriyê û pêşdebirina siyaset û îdolojîkên xwe, cinayetên zêde di vî welatî de encam daye.